Min sûretekî Ciwan Haco cara ewil di sala 1994an de li bajarê Tirkiyê, Îzmîrê li ser  albûma wî ya Dûrî dît.  Xemgîn bû, melûl melûl dinêrî û kesertije bû. Di wan çaxan de min heavy metal guhdarî dikir. Dem dema trash metalê bû lê grunge jî bi xêra Nirvana, Kurt Cobain jê kêm nema bû. Min qet Ciwan Haco meraq û guhdarî nekir lê salek şûnda dema ku ez çûm zanîngehê min dixwast ez mûzîka xwe, rocka kurdî kişf bikim û bibim guhdarvanê mûzîka rock. Min ji herkesî, nemaze ji kekê me yên siyasî dipirsî ma gelo muzîka rocka bi kurdî heye an na? Bersiv heman bû.

– Divê tu Ciwan Haco guhdarî bikî.

Û min du albûmên wî yên ku li Tirkiyê derhatibûn, Dûrî û Sî û Sê Gulle peyda kirin. Min bi wallkmana xwe bi şev û roj Ciwan Haco guhdarî dikir. Piştî demekê ez ketim pey albumên wî yên ku li Tirkiyê qedexe bûn. Girtiyên Azadiyê ket destê min. Strana Ey Dîlberê, Xerîbî û nemaze Girtiyên Azadiyê ez birim dinyayeke din. Sira Sibê wek dengekî efsûnî ez ji xwe dibirim. Demekî ez nexweş bûm û  min nema karîbû xwarin bixwara. Min tenê banta Girtiyên Azadiyê ya Ciwan Haco guhdarî dikir û dema ku aliyek diqediya tenê ji bo ku bantê bidim aliyê din şiyar dibûm. Ku şaş nebim min herî kêm  du roj bê navber û xwarin ew albûma guhdarî kir.

Di wan deman de gelek albûmên wî yên cûda diketin destê me lê me nizanîbû navê wan albûman çi ne û kengê hatine tomarkirin. Tiştekî herî trajîk ew bû ku ev albûmên ku me bi navê Ciwan Haco guhdarî dikirin belkî yek ji tomarên deh tomaran bûn. Ji ber vê yekê êdî dengê Ciwan zirav dihat lê ne xem bû, ji bo me ew kesekî efsûnî û efsanewî bû. Me ew diviya. Me rockstarekî kurd diviya. Strana Erê Keçikê Tu Were di sounda hardrockê de bû. Me dixwast em headbangê bikin, serê xwe bihejînin û gêj bibin.

Pişt re hêdî hêdî albumên wî bi soundên xwe yên orîjînal hatin firotan û me bêhtir fahm kir ku Ciwan Haco bi dengê xwe  yê têr û tije çi qas xweş e. Êdî ne yek ji tomarên  deh tomaran, me ew dîrekt guhdarî dikir.

ciwanson (1)

Min û hevalan her ew guhdarî dikir û me henekên xwe bi hev dikirin. Hin ji wan digot ez her şev di xewna xwe de Ciwan Haco dibînim û carinan dibim gîtarîst û daholjenê wî… Ma me di wî de çi didît ku em ew qas li ser dîn û gêj bibûn? Ji dema aniha de lê dinêrim dibînim ku wan çaxan ji me re sedemek diviya ku em xwe ji wê demê xelas bikin û demeke modern a kurdewarî bijîn. Mîna ku em li welatekî azad bin û bi  ziman û hişmendiya xwe ya azad dijîn.

Bi ya min albûma wî ya Sî û Sê Gulle di dîroka rocka rojhilata navîn, Kurdistan û Tirkiyê de  serdemek e.  Strana wî ya Diyalogê hêrsa di hundirê me de bilêv dikir û baweriya me xurt dikir. Strana Gulek him straneke evînî bû û him siyasî bû. Strana Nikarim, ji xwe felsefeya xwe bi gotinên xwe bi zelalî dida der. Ev stran ji bo me straneke tunebûnê û şahiyê bû. Pişt re albumeke ku tik û tenê ji stranekî pêk dihat derxist. Destana Egîdekî bi mûzîka xwe ya jixweberî, helbesta Mehmed Uzun hiş û aqil ji me bir.  Beriya vê albumê album û strana Bilûra Min, strana Zînê bi muzîk û gotinên xwe  em bela wela kiribûn. Albumên wî yên kevn tev bi dorê derdihatin. Dema ev albumên ha derdihatin me fahm dikir ku me hin album qet guhdarî nekiribûn, an jî hin stranên ku me wek ên Ciwan Haco dizanî ne yên wî bûn. Em piştre têgihîştin ku me Abbas Ehmedê bi deng û şêweya xwe ya mûzîkê pirr dişibe Ciwan Haco  wek Ciwan guhdarî kiriye. Mînak albûma Keça Delal a Abbas Ehmed e. Ev album dîsa ne wek orjînal, tomarek ji tomaran ketibû destê me û me jê dernedixist ka Ciwan e an yekê din e.

Gula Sor albumeke bêhempa bû. Em dikarin vê albumê wek albumeke folk-rock bi nav bikin. Stranên Hevala Evîndar, Can, Gula Sor, Yêrîvanê di devê herkesî de bû. Albuma Emîne Emîne bi şêweya xwe wek mûzîka klasîk a kurdî bû. Tomarkirina vê albumê ne profesyonelî bû lê tê de kelecaniya Ciwan xwe bi her hawî dida hisandin. Em dikarin bibêjin ku albumên wî yên salên 1980yî tev stranên siyasî dihundirandin. Ew salên ha doza kurd û Kurdistanê xwe li her derê belav kiribû, li bakur şerê çekdarî ya kurdan  destpêkiribû, li başûr Seddam Enfal kiribû, qetlîama Helepçeyê pêk anîbû, birayê wî di nav refên şervanên bakur de miribû. Ev bûyerên ha tesîr li ser mûzîk û gotinên stranên Ciwan kiribûn. Min Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekirê xulaseya dîroka têkoşîna kurdan e.

ciwan1 (2)

Em li bendê bûn ku Ciwan Haco carek be jî were Kurdistanê û konserên wek ku di televîzyonên kurdî de derdiket bide. Di sala 2003yan de hat gotin ku ew ê were  Festîvala Êlihê. De ka kî kare êdî razê û bisebre. Wan rojan mijara li ser lêvan tenê konsera Ciwan Haco bû. Bi rojan me qala konserê dikir û me plansazî dikir ku em ê çawa herin konserê.  Hinan bi erebeyên xwe yên taybet diçûn, hinan çend roj berê diçûn û li cem nasên xwe diman. Me jî wek Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîjleyê 15-20 mînîbus kirê kirin û em çûn. Lê heta ku em guheztin Êlihê sê saet derbas bû. Riya ku qederê saetekê bû ji ber trafîka zêde, bibû sê saet. Li qada konserê yên ku digiriyan, ên ku wêneyê Ciwan Haco maç dikirin gelek kes hebûn. Me konser mîna ku efsûnek li ser me û Ciwan Haco hebe guhdarî û temaşe kir. Wek xewneke şêrîn bû. Şîrketekê çend konserên din organîze kirin lê muzîsyenên pê re her carê cûda bûn û heyranên wî jî koma berê yên ku di albûma Dûrî de pê re bûn dixwastin bibînin. Ciwan Haco bi  wî komê re îmajek sêwirandibû. Nemaze ew îmaja bi wan konseran xira û bela wela bû. Ev konser ji bo min konsera yekem û a dawî ya Ciwan Haco bû. Ji ber ku ji xeynî vê konserê tu konsereke wî ewqas bi çoş û xweş derbas nebû û êdî Ciwan nema wek Ciwan Haco derket ser dikê.

Firat Bagdus Photos

Em her li benda albumên wî yên nû bûn. Derya derket. Bi soundekî cûda bû. Elektronîk bû. Efektên xwe yên elektronîk gelek zêde bûn. Lê me dizanîbû kû Ciwan Haco her carê tiştekî nû dicerîbîne. Ji bo me ne xem bû. Û em bi  stranên Qamişlo, Feqîro, Hez Dikim dîsa sermest û gêj bûn. Ciwan li Tirkiyê di nav tirkan de jî nav û dengê xwe belav dibû. Ew wek muzîsyeneke kurd êdî ji aliyê herkesî ve dihat guhdarîkirin.  Ew ji bo me heta albûma Na Na, Off û Vegerê hunermendeke marjînal û orîjînal bû. Lê çawa bû, çilo bû ew bi van albûman bi sounda pop mûzîkê derket televîzyonan û digot ku ez êdî dixwazim mûzîka xwe li dîsko û klûban jî bidim guhdarîkirin. Mûzîka wî guherîbû û bibû tiştekî din. Em tev heyirîbûn û me xwezî bi album û mûzîkên berê yên Ciwan Haco dihanî. Hin kesan digot produktorê wî ew şaş beralî kiribû, hinan jî  digot burjuwaziya kurdî ya li Tirkiyê ew xapand ku wî di  bazara mûzîka Tirkiyê de bifroşin. Lê tiştekî diyar heye ku ew ji ber dilzîziya xwe hat Tirkiyê û derket konseran. Di televîzyoneke skandînavî de bi xwe dibêje ew naxwaze derkeve ser dikên mezin ên konseran. Lê digot ez ê tenê ji bo gel biçim.

Ez çi qas ji albumên wî yên piştî Deryayê nerazî bim jî di albuma Offê de hin stran tahma kevn a Ciwan Haco didan der. Kêm kes van stranan dizane ji ber ku îmaja stranên wek Off û Na Na ket pêşiya her tiştî û heyranên wî yên kevn qet guh nedan stranên din jî. Di albûma Off de stranên Daristana Te, Winda Bû, Gotin Sar Dibin stranên xwedî qalîte û bingeheke pirr xurt bûn. Bawerim ev stran û yên wek evên hanê bi soundekî cûda bihatana çêkirin an jî bi îmajekî din bihatana pêşkêşkirin  dê dengekî mezin vedana.

Sedem çi dibe bila bibe ji bo min ne xem e. Kesekî ku Ciwan ji serî de guhdar kiribe dê bibîne ku her albumekê wî ji yê din bi sounda xwe cudatir e. Ew li cihekî nasekine û her diceribîne. Ciwan Haco bi nêrîn û jiyana xwe bibû Ciwan Haco. Wî mohra xwe li salên 1990î û 2000î da. Em li bendê ne ku wekî ku di konserekî xwe de gotiye  û dê dîsa ji me re bibêje ;

– Em xwişk û bira ne?

Herkes diqîre û dibêje erê!

– De ka bîrayekî bidin min û em vexwin!

 

 Ferat DEMÎROGLU

Hûn dikarin Ciwan Haco û koma pê re ji vir temaşe bikin:

https://www.youtube.com/watch?v=H4YmLSAmp_0&list=PLCA012A73C74E00C7

Albumên Ciwan Haco:

Emîna Emîna (1970 – Qamişlo / Sûrî)

 

Yorum Yazın

Email adresiniz yayınlanmayacak.