Heyama tundiyê ya sê mehên dawî ku bi awayekî tund didome ya piştî ku desthilatdariya AKP ‘ê dev ji masaya muzakereyê berda, her ku diçe li ser jiyana civakî bandorö dıke ü di serî de dibe sedema mirina jinan, zarokan û însanên sivîl. Qedexekirinên ku li hember îlankirina birêvebirina xweser hatiye bipêşxistin û zextên dijwar ên li ser civakê, bi xwe re texrîbatên canî malî û her wekî din anîne.
Me wekî Tevgera Ekolojî Ya Mezopotamyayê bi armanca tespîtkirina xerakirinan encamên wê, li cihên qedexekirî yên derketina kolanan xebata hevpeyvînê li dar xist. Em dê encamên ku derkevin bi raya giştî re parve bikin.
Rêbaza xebatê: Aktivîstên tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya bi tevlêbûna STK yan û kesayetiyên dilxwaz komên qadê hatin avakirin. Pirsên ku wekî ji şîroveyê re vekirîne hatine amadekirin, li kesên ku ji ber qedexeya kolanan li ser wan bandor maye bi awayekî rû bi rû hatin kirin û bersivên wan jî rasterast li forman hat nivîsandin. Komên ku hevpeyvîn li dar xistin, ji aktivîstên ku ji cihê qedexeya derketina derve pêkhatibû bi tevahî bi tevlêbûna 85 kesan hat avakirin. Bi tevahî bi 800 malbatî re hevdîtîn hate pêkanîn.
Cihê ku xebat lê hatîkirin: Li Amedê Sûr,Bismil, Li Mêrdînê Nisêbîn û Kerboranê, Li Colemergê, Gever û Şemzînanê, Li Şirnexê Şirnex, Cizîra Botan, Girnê Amo ( Sîlopî), Bêşebab, Li Wanê, Suphan, Yenî Mahalle,, Karşiyaka, Hacibekîr û Edremît (Artemêtan).
Dîroka Xebatê: Xebat di navbera 24’ê kewçêrê û 10 ê sermawezê de hatiye kirin.
Li navçeyên ku derketinên kolanan hatibû tetbîqkirin, bi gelemperî malên bi bexçe hene. Gel li bexçeyê xwe carinan karên bîstanan dike û bi darên fêkiyan re mijûl dibe.Di baxçeyan de û di jêrzemînên malan de bi karê sewalkariyê debara xwe dikin. Ji ber qedexekirina derketina derve û pevçûnan ew karên hanê gelekî zerar dîtiye.Nikaribûne biçin ser zeviyên li ber malên xwe û her wiha nikaribûne karên çinînê bikin û ber û berhemên xwe rakin.
Sewal, li ber çavên wan ji ber perçeyên şarapnelan û bikaranîna gazê mirine. Hin sewalên ku mirine ji aliyê xwediyan ve hatine kilskirin li bexçeyan binerd kirine. Ji ber ku însanan nikaribûne ji şer û pevçûnan derkevin derveyî malê an jî malên xwe biterikînin, bîstan û sewalên wan bêxwedî mane.
Li cihên çiyayî bi taybetî li çêreyên wekî Şirnex, Şemzînan, Gever û Kerboranê pez û dewar tê xwedîkirin.Dewletê ev çêre wekî qadên ewlehiyê îlan kirine û bombebaran kiriye. Gel, hemû sewalên xwe berdane û bi mecbûrî terkî çêreyan kiriye. Hinek sewalên wan jî ber bombebaranê mirine. Bi taybetî karê mêşehingivan hatiye asta jiholêrabûnê. Ji ber bombebaranê şewata daristanan qewimiye û ajalên nav daristanê jî mirine. Wekî tê zanîn di nav Sûrê de xwedîkirina kevokan perçeyek ji jiyana rojane ye. Li vê qadê piştî qedexekirina derketina derve û bikaranîna bombeyên gazê û ji ber perçeyen şarapnelan û hêzên ewlehiyê gelek kevok mirine. Li hinek cihan hatiye dîtin ku hêzên ewlehiyê kevokên bêxwedî bi zanebûn bi destên xwe kuştine.
Li cihên ku qedexeya derketina derve heye lûleyên ava vexwarine teqiyane û tevlî ava kanalîzasyonê bûye. Her wiha li heman cihan qutbûna ceryanê û avê pêk hatiye. Gelê ku ava temîz bi dest nediket, li hinek cihan mecbûr mane ku ava bîran ya ku ji zû ve bikarnedianîn vexwin. Dîsa li hinek cihan gelek kesan gotiye ku çêja berhemên bîstana û avê hatiye guhêrîn. Hatiye tespîtkirin ku li van deran ji ber bikaranîna bombeyên gazê û malzemeyên eskerî tesîreke neyînî li ser xwarinê û avê kirine. Ji ber xwarin û vexwarinê vereşîn pêk hatine. Li Kerboranê, Nisêbîn,Gever û Cizîrê zarok bi nexweşiyên tayê ketine. Ji ber şer û pevçûnan û bikaranîna melzemeyên şer nexweşiyên wekî koahê, bêhntengbûn û hwd.zêde bûne.Ji ber astengkirina kamyonên berhevkirina çopê, li kolanan ji ber qirêjiyê rewşêke bêtendurist pêk hatiye. Ji ber qedexekirinên derketina kolanan hinek malbatan wekî awayê demborî, hinekan jî wekî mayînde koç kiriye. Bi taybetî hatiye dîtin ku li ser zarokan tirs û xof peyda bûye. Ji ber teqînan, anonsên ji erebeyên polêsan, li hember dengan tirs, sayîş, girîn û raneketin li ser zarokan peyda bûye. Hatiye dîtin ku hinek malbatan ji bo ku zarokên wan dernekevin derve zarokên xwe girêdane. Bermahiyên melzemeyên ku hêzên eskerî bikaranîne piştre ji aliyê zarokan ve hatine berhevkirin û wekî pêlîstokan hatine bikaranîn. Hatiye destnîşankirin ku ev rewş dê di pêşerojê de bandoreke neyînî li ser zarokan bihêle.Hemû polîtîkayên êrişker wekî ku xisarên mezin gihandiye pergala xwezayî, herwiha mafên mirovan yên wekî bingehîn ên jiyaneke li cihên temîz, mafê perwerde û pêdiviyên tendurîstî û xwedîbûnê ji destê wan girtiye..

TEVGERA EKOLOJIYÊ YA MEZOPOTAMYA

Yorum Yazın

Email adresiniz yayınlanmayacak.