Kampanyaya Kolektîfa Jîngehê ya li dijî ticarîkirina avê ye, bi belavkirina metereyên avê ya bo kesên li parkan sporê dikin didome.

Untitled-1-01

Av a xwezayê ye û ne mal û milkê tu kesî ye. Gava ku em hevokeke bi vî hawî bibihîzin em ê ji sedî sed erê bikin. Lê pirraniya mirovan di pratîkê de li gorî vê yekê tevnagerin. Li metropolên mezin ên li tirkiyê gelek malbat ava vexwarinê ya hazir a ku di şûşeyên plastîkan de ne distînin. Gava em derdikevin derve ji bufe û marketan ava pet şûşeyan distînin. Em ji bîr dikin av a xwezayê ye, a herkesî ye. Li restorant û kafeyan bi zorê ava pet şûşeyan didin me û gava ku em ava kaniyê, belediyê ji wan dixwazin matmayî li me dinêrin û heta ku avê bi sûrahiyan an bi qedehan tînin ji bo ku neynin berxwe didin. Kolektîfa Jîngehê bi piştgiriya saziya avê ya Amedê (Diski) ji bo ku av neyê firotan kampanyaya li dijî ava hazir a pet şûşeyan dabû destpêkirin. Slogana wan jî ev e ” Ava Kaniyê Paqij e, Hewce Nake Pet Şûşe!” Endamên kolektîfê metereyên avê li hemwelatiyan belav dikin ku ew ava xwe bi xwe re bigerinîn û ava pet şûşeyan nestînin.

Afis01_Kurmanci Afis01_Turkce

Endamên Kolektîfa Jîngehê vê carê li parka herî mezin a Amedê li Parkormanê kesên ku spora sibehê dikin metereyên avê û broşûrên derbarê kampanyayê de hatin belavkirin.

IMG-20151115-WA0002

IMG-20151115-WA0005

IMG-20151115-WA0003

IMG-20151115-WA0001

Yazar Hakkında

Magnon, pozitif bir dille ve barışçıl bir anlayışla, coğrafyalar arası bilgi ve tecrübeyi aktaran, paylaşan ve üreten bağımsız bir platformdur. Doğu kültürünü ve doğayı anlatır. İlham verici yazılı ve görsel içerikler üretir; kendine özgü sanatsal, kültürel etkinlik ve projeler düzenler.

İlgili Yazılar

Yorum Yazın

Email adresiniz yayınlanmayacak.